Wezareta Pêşmerge çûna hêzên Pêşmerge ji bo Kerkûkê red dike

Wezareta Pêşmerge: Her rêketinek ji bo vegera Pêşmerge ji bo Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêmê, ku ne bi riya wezaretê be, emê red bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezareta Pêşmerge red kir, ku ti hêzeke Pêşmerge vegeriya be Kerkûkê û got: Her rêketinek ji bo vegera Pêşmerge ji bo Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêmê, ku ne bi riya wezaretê be, emê red bikin.

Supasalarê Pêşmerge Cemal Îmînkî ji Kurdistan24ê re ragihand, ku hayê wan ji vegera hêzên Pêşmerge ji bo Kerkûkê tine ye û her rêketinek ku ne bi riya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û wezareta Pêşmerge be, ewê red bikin.

Hin dezgehên medya Iraqê belav kirine, ku hêzeke Pêşmerge ku ser bi Yekêtiya Niştîmanî ya Kurdistanê ve ye, bi hevrêzî li gel Bexdayê vegerya ye Kerkûkê.

Ev demeke behsa vegera hêzên Pêşmerge ji bo navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêma Kurdistan tê kirin, ji bo vê mebestê jî Amerîka û Birîtanya bizavên xwe zêde kirine, lê heya niha negihiştine ti rêketinekê.

N.O