ENKS: Amerîka pirsa Sûriyê ji Astana vedigerîne Cenêvê

Di çarçoveya dîtina çareseriyekê ji bo Sûriyê, Amêrîka û hin hevalbendên wê belgeyeke çareseriyê pêşkêşî Nûnerê Navdewletî yê bo Sûriyê Staffan De Mistura kirin. Partiyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê bi erînî li vê belgeyê dinerin nemaze ku sîstema “Nenavendî” yek ji xalên vê belgeyê ye .
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Di çarçoveya dîtina çareseriyekê ji bo Sûriyê, Amêrîka û hin hevalbendên wê belgeyeke çareseriyê pêşkêşî Nûnerê Navdewletî yê bo Sûriyê Staffan De Mistura kirin. Partiyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê bi erînî li vê belgeyê dinerin nemaze ku sîstema “Nenavendî” yek ji xalên vê belgeyê ye. 

Di dema ku oparasyonên leşkerî li Sûriyê ber bi dawiyê ve diçin û gerên li ser asta navdewletî ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ji Sûriyê berdewam dibin. Amêrîka û hin hevalbendên wê di çarçoveya koma biçûk de û di nava de jî hin dewletên Erebî, belgeyeke çareseriyê ji Sûriyê re pêşkêş kirin û xala herî sereke tê de birîna têkiliyên rêjîma Sûriyê bi Iranê re. 

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ku beşeke ji Îtîlafa Opozisyona Sûriyê bi erînî li vê belgeyê dinere. Serkirdeyê di ENKSê de Nimet Dawod dibêje, Amêrîka di riya vê belgeyê re tekeziyê li ser çareseriya di riya Cenêvê re dike.

Serkirdeyê di ENKSê de Nimet Dawod ji K24ê re jî wiha axivî: “Rûsya, Tirkiye û Îranê yên dixwazin ku di riya Astanayê re çareseriya krîza Sûriyê bikin, Amerîka û hevalbendên wê dexwazin bingeha çareseriya ji Sûriyê re vegerînin Cenêvê û ji ber vê jî belgeya Amerîkî tekez dike ku bingeha çareseriyê li Cenêvê ye û bngeha wê jî biyara navdewletî 2254 e ku xalên wê jî diyar in, ku heyamekê ji çareseriya siyasî peyda bike, hikûmeteke veguhêz çê bike, destûreke nû dane û hilbijartinan birêve bibe.”

Belgeye çareseriyê ji 3 beşan pêk tê ew jî ji bo çareserkirina krîzê û dariştina destûra Sûriyê û herwiha pêkanîna hilbijartinan di bin çavdêriya Netewê Yekbûyî de.

Sekretêrê Partiya Aştiya Demokrat dibîne ku guhertinên ku li ser zemînê li Bakûrê Sûriyê çê dibin, tekeziyê li ser çareseriya siyasî û naveroka belgeyê dikin. 

Sekretêrê Partiya Aştiya Demokrat Telal Mihemed ji K24ê re got: “Niha hêzên siyasî yên li bakurê Sûriyê li gor van pêşketinan tevdigerin. Avakirina Rêveberiya Xweser bo bakurê Sûriyê, avakirina Encûmena Zagonsaz û Encûmena Cibicîkar girêdayî ye bi van pêşketinên ku li ser erdê çê dibin. Di baweriya min de krîza Sûriyê dê bi aliyê çareseriya siyasî ve here, bi taybet piştî ku pirsa Idlibê bidawî bibe.”

Belgeya çareseriyê tekeziyê li ser guhertina destûra Sûriyê û sîstema “nenavendî” dike. Herwiha kêmkirina desthilatên serok û radestkirina wan bo serokê hikûmetê.

Rayedarên Amerîkî ev belge bi hin kesayetên opozisyona Sûriyê re û bi Şanderê Navdewletî Staffan De  Mistura re gengeşe kirine û tekez dikin ku çareserkirina krîza Sûriyê bi tenê dê di riya Cenêvê re û di bin biryara Netewên Yekgirtî ya hejmar 2254 de be.