YPG: Hikûmeta Sûryê daxwaza me pejirand

YPG: Me ji Hikûmetê xwest ku artêşa xwe bişîne, daku berevaniyê di ber Efrînê de bike û sînorên li dijî vê êrîşê biparêzin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyvdarê bi navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd di daxuyaniyekê de ragihand, ku piştî mehekê ji berxwedana wan li pêşya artêşa Tirkiyê û girûpên ser bi wê ve û piştî ku ziyanên mezin li artêşa Tirkiyê hat, Yekîneyên Parastina Gel ji Hikûmeta Sûryê xwest ku artêşa xwe bişîne Efrînê, daku bi erkê xwe di berevaniyê di ber wê deverê de rabe.

Nûrî Mehmûd di daxuyaniya xwe de dibêje: "Me ji Hikûmetê xwest ku artêşa xwe bişîne, daku berevaniyê di ber Efrînê de bike û sînorên li dijî vê êrîşê biparêzin".

Herwiha Mehmûd diyar kir, ku Hikûmeta Sûryê ev daxwaza wan erê kir û yekîneyên xwe yên serbazî şandin daku li ser sînoran bên bicîkirin û beşdariyê di berevaniyê di ber yekîtiya axa Sûryê de bikin.

Ji 20ê meha derbasbûyî ve, artêşa Tirkiyê li gel ketîbeyên opozisyona Sûryê dest bi operasyona (Şaxê Zeytûnê) li Efrînê kirin û heya niha ew operasyon berdewam e, di beramber de jî, fermandeyên YPGê tekez dikin ku heya niha artêşa Tirkiyê armancên xwe bicî nekirine û nekariye derbasî Efrînê bibe, hevdem îro yekîneyên ser bi artêşa Hikûmeta Sûryê ve, li ser daxwaza fermandeyên YPGê derbasî nav Efrînê bûn.  

 

N.O