Tirkiyê firokxaneya di destê YPGê de bombebaran kir

Firokeyên şer ên Tirkiyê firokxaneya Minigê ya leşkerî li başûrê rojhilatê Efrînê bombebaran kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Firokeyên şer ên Tirkiyê firokxaneya Minigê ya leşkerî li başûrê rojhilatê Efrînê bombebaran kir.

Ajansa "Anadolu" a Tirkiyê belav kir, firokeyên şer ên Tirkiyê firokxaneya Minigê ya di destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de bombebaran kir.

Wê ajansê aşkere kir jî, îro artêşa Tirkiyê 108 xal li Efrînê topbaran û bombebaran kirin.

Hevdem bi bombebarankirina artêşa Tirkiyê re, grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike berên xwe dan Efrînê û şer li dijî YPG dikin.

Li gor çavkaniyên herêmî dengên teqînan li Efrînê hatine bihîstin. Firîna belafirên cengî liser esmanên Efrînê berdewam e.