Femandarekî pilebilind ê Sûriyê li Dêrezorê hate kuştin

Fermandarê Operasyona Dêrezorê yê rêjîma Sûriyê Emîd Îsam Zehredîn ku bi navê (Şêrê Pasdarên Komarî) tê naskirin li Dêrezorê hate kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Operasyona Dêrezorê yê rêjîma Sûriyê Emîd Îsam Zehredîn ku bi navê (Şêrê Pasdarên Komarî) tê naskirin li Dêrezorê hate kuştin.

Tûra medyayî ya ragihandina şer a Sûriyê belav kir, Fermandarê Operasyona Dêrezorê Emîd Îsam Zehredîn li Dêrezorê di encama teqîna bombeyeke çand de canê xwe jidest da.

Bajarê Dêrezorê ku zêdetirî 3 salan ve di destê çekdarên DAIŞê de ye, hin hêzên rêjîma Sûriyê tê de hatibûn asê mabûn.

Artêşa Sûriyê bi serperiştiya Emîd Îsam Zehredîn destpêka Îlona borî ve karî dorpêça li ser Dêrazorê û firokxaneya leşkerî ya Dêrezorê bişkîne û derbasî nava wê bajarî bibe.