Hêzên Fransî gihîştin Hesekê

Ajansa “Anadolu” a Tirkî belav kir, bi armanca piştevanîkirina ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hêzeke Fransî ya taybet roja 26ê vê mehê gihîşt binkeya Amerîkî ya li bajarokê Rimêlanê ya ser bi Hesekê ve.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ajansa “Anadolu” a Tirkî belav kir, bi armanca piştevanîkirina ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hêzeke Fransî ya taybet roja 26ê vê mehê gihîşt binkeya Amerîkî ya li bajarokê Rimêlanê ya ser bi Hesekê ve.

Li gor heman ajansê ku ji jêderên navxweyî veguhastiye, leşkerên Fransî bi zirîpoşên xwe û ligel leşkerên Amerîkî û şervanên Kurd li Reqa, Minbic û hin navçeyên Dêre Zorê geriyan.

Da zanîn jî, hêzên Fransî li Minbicê du civîn bi HSDê re encam dan û çek û pêwîstiyên leşkerî radestî wê kirin.

Li gor zanyariyên wê ajansê, zêdetir ji 70 leşkerên Fransî yên taybet li bakurê Sûriyê hene û di çarçova Hevpeymaniya Navdewletî de li girê Miştenûra Kobanê, Navçeya Sirînê, Eyn Îsa û Xiraba Aşiq belav dibin.

Ji aliyê xwe ve, ajansa “Aki” a Îtalî belav kir, rêkeftinek di navbera Amerîka û Fransayê de heye, ku di demên bê de rola hêzên Fransî ji bo avakirina rêveberiyên xwecihî û planandanê li bakurê Sûriyê zêdetir bibe.

Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka Jim Mattis ragihandibû, ku Fransayê hejmarek ji leşkerên xwe yên ji hêzên taybet şandine Sûriyê.

Ji aliyê xwe ve jî, Serokê Fransayê Emmanuel Macron berî demekê diyar kiribû, pêwîst e hêzên Amerîkî û Fransî li Sûriyê bimînin ji bo avakirina Sûriyeya nû û rêgirtina li ber belavbûna hejmûna Îranê.

 

Jêder: RT