Amerîka destê Îranê ji Mûsilê dibire

Rojnameya “El-Şerq El-Ewset” ji jêderekî belav kiriye, artêşa Amerîka mezintirîn binkeya leşkerî li rojavayê Mûsilê û li ser sînorê di navbera Iraq û Sûriyê de dadimezrîne, armanc ji vî karî jî rêgirtina li pêş her planeke Îranê li navçê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnameya “El-Şerq El-Ewset” ji jêderekî belav kiriye, artêşa Amerîka mezintirîn binkeya leşkerî li rojavayê Mûsilê û li ser sînorê di navbera Iraq û Sûriyê de dadimezrîne, armanc ji vî karî jî rêgirtina li pêş her planeke Îranê li navçê ye.

Berê jî li medyayên navdewletî hatibû belavkirin, armanca Tehran ew e ku rêyeke zemînî ji Tehranê bo Bexda, Şam û Beyrûtê veke, niha li li hee du aliyên sînorê Iraq û Sûriyê, mîlîşayên çekdar bicih kirine.

Berdevkê Hozên Erebên Parêzgeha Neynewayê Şêx Mizahim Hiwêt ji wê rojnameyê re dibêje: “Hêzên Amerîka çend hefte ne dest bi damezrandina binkeyeke leşkerî ya mezin li nêzîkî gundê Kehrîz ê ser bi navçeya Zumar li rojavayê çemê Dîcleyê kiriye. Piştre 4 binkeyên din yên leşkerî li parêzgeha Neynewayê ava dike.

Li gor zanyariyên wê rojnameyê, armanc ji vî karê Amerîkî, birîna destê Îranê û ragirtina wan mîlîşyayên ku li wê navçê bicih bûne ye. Artêşa Amerîka dixwaze navçeyên rojavayê Şingalê û ta Qaim bixe bin çavdêrî û kontrola xwe. Bi vê jî dikare rêgiriyê li dirustbûna wê riya zemînî bike, ya ku Îranê plan bo wê daneye.

Berdevkê Hozên Erebên Sune radigihîne, mezintirîn ziyan dema artêşa Amerîka ji Iraqê vekişiya ye gihêştibû wan. Herwiha diyar dike, berê çend caran daxwaz ji Amerîka kirine, ku binkeyeke leşkerî li navçeyên Sunenişîn ava bike.

Şêx Mizahim dibêje: “Pêşwazî li gava artêşa Amerîka dikin, bo parastina me ji Heşda Şeibî, Pasdarên Îranê û çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê yên li wê navçeyê bicih bûne bike û bi vê gavê jî dawî li binpêkirinên ku bi mafê xelkê wê navçê dibe tê.

Rojnameya  “El-Şerq El-Ewset”  behsa wê jî dike, Amerîka çend binkeyên leşkerî yên mezin li Geyara, Beac û Mexmûr ava dike. Wek ew rojname diyar dike, ku kompanyayên Amerîkî bi fermî dest bi avakirina binkeyeke leşkerî li rojava çemê Dîcleyê kirine.

Endamê Komîta Asayiş û Bergîriyê di Encûmena Parêzgeha Neynewayê de Haşim Birêfkanî ji wê rojnameyê re dibêje: “Amerîka û hêzên navdewletî û Herêmî girîngiyeke mezin didin Neynewayê. Her ji ber wê Amerîka binkeyên leşkerî li wê parêzgehê ava dike.”

Birêfkanî diyar dike jî, armanca artêşa Amerîka ew e, kontrolkirina tevahiya sînorê Iraq û Sûriyê ye. Amerîka naxwaze ew navçe bikeve jêr destê mîlîşyayê Şîe, yên ku ji aliyê Îranê ve yên piştevanîkirin.

Rojnameyê amaje bi wî jî dike, ji demekê ve hêzên Îranê tevgerê li sînorê Iraq û Sûriyê dikin û di hewlê de ne ku kontrola tevahiya navçê bikin, çand car in jî Fermandarê Feyleqa Qudis a Îranê Qasim Suleymanî bi nehênî serdana wê navçê kiriye û ligel çekdarên li wê navçê ne civiya ye.