Opozisyona Sûryê li Xûta Rojhilat 24 dîlên Hikûmetê azad kir

"Kar bi wan aliyan re berdewam e, ku hevkarî di vê piroseyê de kirine, bi taybet li gel rêxistina Heyva Sor a Erebî ji bo azadkirina dîlên mayî".

K24 - Navenda Nûçeyan

Ajansa Sana ya Hikûmeta Sûryê belav kiriye ku Çekdarên tundrew li navçeya Erbîn, 24 dîlên Hikûmetê ku zarok jî di nav wan de hene, serbest berdane, ew jî li beramberî derxistina hejamrek ji haletên nexweşiyê ji navçeyên Xûtayê.

Bi gotina wê ajansê piroseya azadkirina wan dîlan bi riya Heyva Sor a Erebî û hin aliyê pêwendîdar birêve çûye.

Li gorî parêzgarê Rîf Dîmeşq Ela`i Ibrahîm, kar bi wan aliyan re berdewam e, ku hevkarî di vê piroseyê de kirine, bi taybet li gel rêxistina Heyva Sor a Erebî ji bo azadkirina dîlên mayî.