Almanya, rahênan û rawêjkariya Hêzên Pêşmerge dom dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Parlementoya Federal a Almanyayê pêşniyara Wezîrê Derve Sigmar Gabriel a dirêjkirina dema rahênan a pîsporî û rawêjkarî ya serbazên Almanya ji bo Hêzên Pêşmerge bi piraniya dengan pejirand.
Di dengdanê de hemberî 226 dengên – Na, 436 dengên – Erê hatin dan, 10 dengên spî derketin.
Bi pejirandina biryara domkirina rahênanê pîsporên serbazî yên Almanya dinav NATO de, 140 pîspor û rawêjkar dê rawêjkarî û rahênan a xwe li Kurdistanê bidomînin.