Kurdistan Li Diyarbekirê pêykerê Roboskiyê hate rakirin

Li Diyarbekirê pêykerê Roboskiyê hate rakirin
Cihê paykerê Roboskiyê/ Diyarbekir

K24 – Diyarbekir

Şaredariya Peyas a nevçeya navendî ya Diyarbekirê Pêykerê Roboskiyê ku di sala 2013'ê de hatibû lêkirin ji cihê wê hil kir. Wekî ku tê zanîn di 8'ê Berçileya 2016'ê de Ji bo Şaredariya Peyasê ku wek Kayapinarê jî tê nasîn qeyyum hatibû tayînkirin.

Pêykerê Roboskiyê ku li Parka Roboskiyê di 26'ê Berçileya 2013'ê de hatibû bicihkirin, îro dane sibê ji aliyê Şaredariya Peyasê ve hate rakirin. Pêyker ji bo bîranîna Bûyer a Roboskiyê ku 28'ê Berfanbar a 2011'ê de bi bombebarana firokeyên cengê 34 welatiyan jiyana xwe ji dest dabû hatibû çêkirin. Di derbarê rakirina pêykerî de daxuyaniyeke fermî nehatiya dayîn.

Li gel vê yeke pêykerê Şêrê bi ser mirov jî ku li hewşa Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê bû jî hate rakirin. Rakirina pêykeran di demekî de tê kirin ku Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê û Şaredariya Peyasê niha di bin kontrola qeyyumande ne.