YNK daxwaz ji Ebadî dike hêzê bişîne Kerkûkê

Serokê Lîsta Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Kerkûkê dawaz ji Ebadî dike ji bo parastina canê karmendên Komisyona Bilind a Hilbijartinan hêzê bişîne wî bajarî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Lîsta Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Kerkûkê dawaz ji Ebadî dike ji bo parastina canê karmendên Komisyona Bilind a Hilbijartinan hêzê bişîne wî bajarî.

Serokê Lîsta YNKê li Kerkûkê Rêbwar Taha di daxuyaniyekê de daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dike, di zûtirîn dem de bê ser xetê û hêzê bişîne Kerkûkê ji bo parastina canê karmendên Komisyona Bilind a Hilbijartinan, ku ji aliyê xwepêşanderan ve hatine dorpêçkirin.

Rêbwar Taha dibêje, hikûmet û hêzên ewlehiyê li hember her bûyereke nexwastî bi serê karmendên komisyonê de were berpirsyar in.

Ev di demekê de ye, bi aşkerekirina encamên hilbijartinên nefermî re, hejmarek ji aliyên siyasî ragihandin, YNKê li Kerkûk û Silêmaniyê sextekarî di encamên hilbijartinan de kiriye.

Wek nerazîbûnekê li ser encaman jî cemawerên aliyên Iraqî ve li Kerkûkê xwepêşandan tên kirin, şeva bûrî jî hêzên ewlehiyê destêwerdan kir û hin xwepêşander jî birîndar bûn.

 

S. B