Encûmena Asayişa Netewî ya Tirkiyê operasyona Efrînê gotûbêj dike

Lijneya Ewlekariya Netewî ya Tirkiyeyê îro kom dibe. Rojeva sereke ya kombûnê pilana operasyona li dijî Efrînê ye. Bi egerek mezin tê pêşbînîkirin Lijneya Ewlekariya Netewî ya Tirkiyeyê dê li dijî YPGê û Efrînê biryarên girîng û teqez werbigre.

K24 – Navenda Nûçeyan

Lijneya Ewlekariya Netewî ya Tirkiyeyê îro kom dibe. Rojeva sereke ya kombûnê pilana operasyona li dijî Efrînê ye. Bi egerek mezin tê pêşbînîkirin Lijneya Ewlekariya Netewî ya Tirkiyeyê dê li dijî YPGê û Efrînê biryarên girîng û teqez werbigire.

Beriya kombûnê danûstandinên diplomatik ên Tirkiyeyê jî germ in û di nav rojekî de 3 hevdîtinên girîng çê bûn. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan digel Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltonberg bi riya telefonê axivî û da zanîn ku ew li hemberî avakirina artêşekî bi pêşengtiya YPGê bêdeng namînin.

Stoltonberg jî ji bo Erdoganî got, ew dilgiraniyên Tirkiyê têdigihin û mafê Tirkiyê heye xwe ji terorê biparêz e. Amerîka di derbarê pilana avakirina artêşekê de ji NATOê neşewiriye û divê welatên hevpeyman giringiyê bidin danûstandinan.

Di heman demê de Wezîrê Derve yê Tirkiyê digel hevpostê xwe yê Amerîkî Rex Tillerson axivî û ragihand ku bergiriyên wan tenê bi Efrînê re sînordar nabe û ewê heta rojhilatê çemê Ferêt berfirehtir bikin. Ger Amerîka bi YPGê re hêza ewlekariya sînor ava bike, dê pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê zirareke mezin bibîne û careke din baş nabe.

Tillerson jî ji Çavuşoglu xwestiye bila Tirkiye guh nedê nûçeyên rojnameyan.

Serokerkanê Tirkiyê Hulusî Akar jî li Belçîkayê digel hevpostê xwe yê Amerîkî Joseph Dunford hevdîtin kir. Herwiha di civîna Serokerkanên welatên endamên NATOê ne de axivî û  got ew rê nadin piştgiriya YPGê bê kirin.

YPG jî li hemberî gefên Tirkiyeyê bêdeng nîne. Fermandarê Giştî yê YPGyê Sîpan Hemo jî dibêje wan çawa DAÎŞê jinav biribe, dê bi heman awayî Erdoganî jinav bibin.