Minbic herêma ewle ji aliyê Tirkiyê ve qebûl nake

Welatî û Rêveberiya Bajarê Minbicê derbarê avakirina herêma bi ewle de dibêjin, ew herêma bi ewle di bin sîwana Tirkiyê de qebûl nakin û ew niha di aramiyê de dijîn.
kurdistan24.net

 

K24 – Minbic

Welatî û Rêveberiya Bajarê Minbicê derbarê avakirina herêma bi ewle de dibêjin, ew herêma bi ewle di bin sîwana Tirkiyê de qebûl nakin û ew niha di aramiyê de dijîn.

Piştî biryara Amerîka ya avakirina herêmeke bi ewle bi kûrahiya 32 K.M li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan got ew amade ne herêma bi ewle ava bikin.

Li ser mijara herêma bi ewle welatiyên Minbicê tekez dikin ku ew niha di ewlehî û aramiyê de dijî û avakirina wê herêmê ji aliyê Tirkiyê ve qebûl nakin.

Welatiyê ji Minbicê Cemal El-Hacî ji K24ê re got: “Em destêwerdana Tirkiyê red dikin. Rewşa me niha aram e û bi hebûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk rewşa me gelekî baş e û em avakirina her devereke bi ewle û destêwerdana Tirkiyê di navçê de red dikin.”

Ji aliyê xwe ve, Hevserokê Encûmena Sivîl a Minbicê Muhened Xêr Şêxo ji K24ê r got: “Ji bo herêma bi ewle ti astengî li cem me tune ne, lê bi mercê ku dê kî rêveberiya wê bike. Em li vir li bajarê Minbicê û bakur û rojhilatê Sûriyê li ser Tirkiyê ne gef in. Meclîsa Sûriyeya Demokratîk tekezî li parastina mafên cîranan kiriye, anku ti êrîş ji aliyê me ve li ser cîranên me nahatine kirin. Li gor pîvanên navdewletî, divê hêzên navdewletî û Netewên Yekgirtî çavdêriya herêma bi ewle bikin.”