Şemzînan: li baregeha serbazî teqîn

Li Navçeya Şemzînan a ser bi Colemêrgê ve, îro di dema Topavêtina Leşkerên Tirkiyê de, di cebilxaneyekî de, teqinek rû daye

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Navçeya Şemzînan a ser bi Colemêrgê ve, îro di dema Topavêtina Leşkerên Tirkiyê de, di cebilxaneyekî de, teqinek rû daye.

Rayadaran da zanîn, di encama Teqînê de, hejmarek leşkerên Tirk birîndar bûne.

Ligor daxûyaniya Parêzgerê Colemêrgê, îro li Navçeya Şemzînan Girê Navîn, di dema topavêtina leşkeran de, li baregehê cebilxane teqîya û da zanîn: hejmarek leşkerên wan brîndar bûn e.

Li gorî agahiyên bidestketine hejmara birîndaran 16 in. Li gorî hin pêzaninên herêmî, kuştî û brîndarên leşkerên Tirkiyê zêdetirin. 

Leşkerên brîndar, rakirine nexweşxaneya Dewletê ya Bajarê Colemêrgê.

Her wiha beri du rojan, li nêzî Gumrika Serê Zerî ya Navçeya Çelê, şerek di navbera Gerilayên PKK û Leşkerên Tirk de rûda û di encamê de, 2 leşkerên Tirk hati bûn kuştin.

Dergehê Gumrika Serzêrî  jî, jibo demekê hatibû girtin.

 

 

 

C.B