Di cejnê de rêkarên ewlehiyê li Rojavayê Kurdistanê zêde dibin

Bi hatina cejna Remezanê rêkarên ewlehiyê li Rojavayê Kurdistanê zêde dibin, Asayîşa Rojava ji ber vê rewşa hin rênima belav kirine, welatî jî hêvî dikin cejna wan bi kêf û dûrî pirsgirêkan derbas bibe.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Bi hatina cejna Remezanê rêkarên ewlehiyê li Rojavayê Kurdistanê zêde dibin, Asayîşa Rojava ji ber vê rewşa hin rênima belav kirine, welatî jî hêvî dikin cejna wan bi kêf û dûrî pirsgirêkan derbas bibe.

Di beyanameyeke fermî de Asayîşa Rojava rênimayên ewlehî taybet bi rojên cejna Remezanê zelal dike. Li gorî beyanamê çûnûhatina çi otombîlên balhilgir di nava bajaran de, çûnûhatina motosklît, derbaskirina bazirganî ji otombîlên ewrupî re û herwiha bikaranîna çekan di şahiyan de ta dîroka 16ê vê mehê qedexe ye. Welatiyên Rojavayê Kurdistanê jî dibînin ku zêdebûna van rêkarên ewlehî di rojên cejnan de pêwîstiyeke giring e, nemaze ku çûnûhatin di nava bajêr de di van rojan de zêde dibe.

Bi nêzîkbûna roja cejnê herhata welatiyan jib o bazarê Qamişlo zêde dibe û di gel hatina xelkê ji gundewar û bajarên din jî ev yek metirsiyên peydabûna kesên biyanî û pêkanîna hin metirsiyê ewlehî zêde dike. Welatiyên bajarê Qamişlo hêvî dikin jî ku ti derfet ji pirsgirêkan re çê nebe, da şahiyên cejna Remezanê bi aramî bidawî bibin.

Li Rojavayê Kurdistanê di dema şahî û cejnan de metirsiyên ewlehî û pêkanîna teqînan zêde dibin, digel kêfa xelkê bi hatina cejnê, hêzên ewlehiyê hemû karîn bidest xistine, da ti pirsgirêk dernekevin holê.