YPG zirîpoşeke Tirkiyê têkşikand

Yekîneyên Parastina Gel li ser sînorên Tirkiyê li gundê Elemdar yê Bilbilê zirîpoşeke artêşa Tirkiyê têkşikand.

K24 - Navenda Nûçeyan

Yekîneyên Parastina Gel li ser sînorên Tirkiyê li gundê Elemdar yê Bilbilê zirîpoşeke artêşa Tirkiyê têkşikand.

Tîmên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê, li navçeya Bilbilê êrşî hêzên artêşa Tirkiyê û hêzên dijberiya Sûryê kirin.

Di êrîşê de zirîpoşek hat têkşikandin û di nav zirîpoşê de 7-8 serbazên Tirkiyê hebûn.

Fermandeyê YPG jî dabûn xuyakirin, wan Efrîn ji bo parastina ewlekariya sivîlan vala kiriye, lê ewê bi awayekî nû berxwedanê berdewam bikin.

Operasyona (Şaxê Zeytûnê) ku ji 20ê Çileya derbasbûyî ve, ji aliyê artêşa Tirkiyê û hin ketîbeyên opozisyona Sûryê ve destpê kiriye, berî mehekê navçeya Bilbilê kontrola kiribû, lê bi vê çalakiya YPGê bizava berxwedanê li wir berdewam dibe.

N.O