Bi sedan welatiyên Ereb li şûna Kurdên Efrîn tên bicihkirin

Bi sedan welatiyên Ereb ên devera Qelemûn a rojhilatê Şamê li navçeya Cindirêsê ya Efrînê tên bicihkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi sedan welatiyên Ereb ên devera Qelemûn a rojhilatê Şamê li navçeya Cindirêsê ya Efrînê tên bicihkirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, îro bi sedan çekdar ligel malbatên xwe bi 44 basan ji devera Qelemûn bo navçey Cindirêsê hatin şandin û biryar e li wir werin bicihkirin.

Li gor Rewangehê, ew çekdar ligel malbatên xwe ji bo deverên di bin kontrola çekdarên Mertala Ferêt hatibûn şandin, lê îro ji bo Cindirêsê hatin veguhastin.

Duh jî bi dehan çekdar û malbatên xwe ji devera Dimêr a Şamê li navçeya Cindirêsê hatibûn bicihkirin.

Artêşa Tirkiyê roja 18ê Adara bûrî dagîr kiriye, ji encama wê jî zêdetir ji 200 hezar welatiyên koçber bûbûn, ji wê demê rojane Erebên navçeyên cuda li bajarê Efrînê û gundên wê li şûna Kurdan tên bicihkirin.

Demek e li gor rêkeftinên di navbera çekdarên opozîsyonê û rêjîma Sûriyê de bi hezaran xelkê navçeya Xûtaya Rojhilat û Qelemûn ji wan navçeyan hatin derketin û beşek ji wan li Efrînê tên bicihkirin.

Li gor amarên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, ta niha zêdetir ji 700 malbatên Ereb ji navçeya Xûtaya Rojhilat û gundên Şama paytext li Efrînê hatine bicihkirin.

 

S. B