3 gorên din ên bikomî li başûrê Iraqê hene

Piştî ku di nava meha bûrî de 4 gorên bikomî li parêzhgeha Mosena li başûrê Iraqê hatin dîtin, şandeke Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo vekirina gorên zêdetir çû wê parêzgehê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî ku di nava meha bûrî de 4 gorên bikomî li parêzhgeha Mosena li başûrê Iraqê hatin dîtin, şandeke Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo vekirina gorên zêdetir çû wê parêzgehê.

Rêvebirê Çavdêriyê yê Parêzgeha Musena Nebîl Kamîl ji K24ê re ragihand, pêwendiyê wan bi Herêma Kurdistanê bi berdewamî hene û lêkolînên hûr li ser gorên bikomî dikin û proseya lêgerînê jî berdewam e û hin zanyariyên piştrastkirî di destê wan de hene.

Nebîl Kamîl da zanîn, ta niha zanyarî li ser 3 gorên bikomî li sînorê parêzgeha Mosene hene, lê hîna ew nehatine dîtin.

Serperiştiyarê Gorên Bikomî di Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan Bextiyar Ferec ji K24ê re got: “Em îro hatine parêzgeha Mosena, tenê em cihên goran bibînin û piştî meha Remezanê dest bi pişknîn û vekirina goran dikin.”

Amaje bi wê jî da, Parêzgarê Mosena derbarê vekirina gorên bikomî û mîkanîzma vekirinê de hevdîtin bi Serok Barzanî re kiriye.

Roja nîvê meha bûrî de 4 gorên bikomî yên proseya Enfalê li parêzgeha Mosena ya li başûrê Iraqê hatibûn dîtin û vekirin.

 

S. B