HUDAPAR: Kurd ji AK Partiyê dilgiran in

HUDAPAR dibêje, Kurd ji AK Partiyê dilgiran in û hevalbendiya AK Partî û MHPê ji sedî 50 dengan bidest naxe.

K24 – Navenda Nûçeyan

HUDAPAR dibêje, Kurd ji AK Partiyê dilgiran in û hevalbendiya AK Partî û MHPê ji sedî 50 dengan bidest naxe.

Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDAPAR) Zekeriya Yapicîoglu, beşdarî bernameya kanaleke Tirkiyê bû û da xuyakirin, Kurd ji daxuyanî û zimanê AK Partî dilşikestî ne. Bi vê awayê mimkun nîn e ku hevalbendiya AK Partî û MHP bigihe ji sedî 50.

Da zanîn, gelek Kurd piştevaniya AK Partî dikin û eger zimanê AK Partî wek yê MHP be, dê ew Kurd dengên xwe nedin hevalbendiya wan.

Yapicîoglu da xuyakirin, piraniya Kurdan ji zextên du alî bêdeng dimînin û nikarin nêrînên xwe bi awayek aşkera bînin ziman.

 

S. B