Altan Tan ji Partiya Saadetê dibe namzetê parlementeriyê
K24 – Navenda Nûçeyan
Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Altan Tan ji Partiya Saadetê dibe namzetê parlementeriyê.
Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu ji rojnameya Cumhuriyetê re axivî û got, di nav lîsteya namzetiya parlementeriyê ya partiyan wan de navên sûprîz hene û yek ji wan jî Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Altan Tan e.
Altan Tan pêştir Endamê Lijneya Rêveberiya Giştî ya Partiya wan bû.
Altan Tan berî niha çend rojan ragihandibû, hêzên çapgir di nav HDPê de gelek desthilatdar bûne û ev yek rast nîn e. Ji ber vê sedemê ew ji HDPê nabe namzetê parlementeriyê.
S. B