Bi wêne.. Kurdek dibe endamê Dadgeha Federalî ya Kandayê

Ji bo cara yekem di dîroka desthilata dadweriya Kanadayê de, Kurdek bû endamê Dadgeha Federalî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji bo cara yekem di dîroka desthilata dadweriya Kanadayê de, Kurdek bû endamê Dadgeha Federalî.

Dadwer Şêrzad Sabir Ehmed ku xelkê bajarê Kerkûkê ye û di dema serdema rêjîma Beis de wek penaberekî çû derve û piştre bicih bû.

Piştî gihêştina Kanadayê di destpêka salên nodî yên sedsala borî de, dest bi temamkirina xwendina xwe ya beşê zanistên siyasî di zanîngeha Simon Fraser de kir û di sala 1996an de derçû.

Piştre di sala 2004an li zanîngeha Calgary diktora di warê karûbarên penaberan, koçberkirin û mafê mirovan de wergirt.

Di dema karkirinê de wek şarezayekî yasayî hejmarek ji gotaran belav kirin û di medyaya Kanadayê de jî çendîn hevpeyvîn pê re hatin kirin.

Herwiha bû endamê desteya rêveberiyê ya hejmarek ji rêxistinan û hejmarek ji xelatan jî di warê yasayî de wergirt.

Cara dawiyê, di 19ê Tebaxa 2017an bi biryareke taybet ji aliyê Wezîra Dadê ya Kanadayê Jody Wilson Raybould wek dadwerê Dadgeha Federalî hat destnîşankirin.

Dadgeha Federalî bilindtirîn dadgeha dadweriyê li Kanadayê ye û di sala 2003an ve hatiye damezrandin, navenda wê ya sereke li Ottawa paytext e. Dadgeha Federalî ji 32 dadweran pêk tê.