Tsipras: Tirsa me ji kesî nîn e
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Yunanistanê Aleksis Tsipras di dema seredana xwe ya girava Kastelorizo de, ku tenê 2 km dûrî Tirkiye ye, peyamek arasteyî Tirkiye kir: Tirsa me ji kesî nîn e!
Tsipras got: “Ji bo hevkariyê, jiyanek aştiyane, cîranetiyek baş dixwazim peyamek arasteyî aliyê din bikim. Yunanistan gefê li kesî naxwe, lê gefê ji kesî jî napejîrîne”.
Di berdewamiya axaftina xwe de Tsipras diyarkir: “ Cîranên me herdem ligor pîvanên cîrantiyê tevnagerin. Gefan dikin, prowakasyonan dikin. Ev pêngav lidij hiquqa navneteweyî ye. Yunanistan amade ye sînorên xwe biparêze û bazarên sînorên xwe nake. Ji Dimetoka heta Gavdos, ji Othonous heta Kastelorizo Yunanistan e û bostek ji vê xakê em nahêlin wenda bibe”.
Ev demek e di navbeyna Tirkiye û Yunanistanê de alozî liser hin giravan tên jiyandin û her du alî hevûdu ji berpirsê aloziyê binav dikin. Herweha Yekîtiya Ewrûpa jî bala Tirkiye kişandibû ku, gefan li Yunanistanê nexwe.
C.B