McGurk û Suleymanî bi nehênî dicivin

Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk û Fermandarê Feyleqa Qudis a Supaya Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî ji bo pêkanîna hikûmata nû ya Iraqê û êrîşa li ser konsolxaneya Îranê li Besrayê lihev civiyan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk û Fermandarê Feyleqa Qudis a Supaya Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî ji bo pêkanîna hikûmata nû ya Iraqê û êrîşa li ser konsolxaneya Îranê li Besrayê lihev civiyan.

Rojnameya “aljarida” a Kiwêtî li ser zarê jêderekî agahdar di nava Supaya Pasdarên Îranê de zanyarî wergirtine û belav kir, roja Sêşema bûrî 11 vê mehê Qasim Suleymanî û Brett McGurk bi nehênî civiyan, bo li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê lihev bikin.

Da zanîn jç, McGur ji Suleymanî xwastiye, divê her du welat pirsgirêkên di navbera welatên xwe de bidin aliyekî û bi hev re kar bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê bikin.

McGurk diyar kiriye jî, Washington ji bo kesekî diyarkirî ku postê Serokwezêrê Iraqê werbigire ne rijd e, heta li ser Heyder Ebadî jî ne rijd e, lê Ameîrka dibîne ku divê rê li pêş kesayetiyên nû were vekirin û divê Îran jî bo hevpeymanên xwe ne rijd be.

Wî jêderî gotiye: “Hevdîtin li ser daxwaza McGurk bûye û aliyê Amerîkî ji Îranê re tekez kiriye, ku destê wan di şewitandina konsolxaneya Îranê li Besrayê de nebûye.”

Ji aliyê xwe ve Qasim Suleymanî belge pêşkêşî McGurk kirine ku zanyariyên wan berî êrîşa li ser konsolxaneyê hebûne û karmendên xwe ji konsolxaneyê derketibûn.

Herwiha Suleymanî ji McGurk re tekez kir, ti pêwendiya wan bi êrîşa li ser Navçeya Kesk a li Bexdayê ya ku konsolxaneya Amerîkî lê ye nîn e û heman aliyê ku êrîşî konsolxaneya Îranî li Besrayê kirine, êrîşî ser  Navçeya Kesk kirine.

Wî jêderî da zanîn, Suleymanî ji Amerîkiyan re diyar kiriye ku Iraq ji Îranê re “Hêla Sor û Berjewendiyên Jiyarî” ye û Îran wê jidest nade. Herwiha Suleymanî ji McGurk re tekez kiriye, Îran amade ye rûbirûbûyî berjewendiyên Amerîka li Iraqê nebe, heger Amerîka jî rûbirûyî berjewendiyên Îranê yên Iraqê nebe.

Her li gor wî jêderî, Brett McGurk û Qasim Suleymanî lihev kirin ku wê hêla pêwendiyê ya nehênî biparêzin, ji bo rûbirûyên nexwastî çê nebin. Herwiha lihev kirin ku hevahengiyê di wê hêla nehênî re berdewam be ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, ji ber ku Iraqek bê hikûmet dê li ser hemûyan metirsî be.

  

S. B