Hollandayê Balyozê xwe yê li Tirkiyê vekişand

Wezareta Derva ya Hollandayê danûstandinên xwe ligel Tirkiyê rawestand û Balyozê xwe yê li Tirkiyê vekişand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derva ya Hollandayê danûstandinên xwe ligel Tirkiyê rawestand û Balyozê xwe yê li Tirkiyê vekişand.

Wezreta Derva ya Hollandayê daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku ew bi awayeke fermî balyozê xwe ji Tirkiyeyê vedikişînin û herwiha rê nadin Tirkiye jî ji bo Hollandayê balyozekî diyar bike.

Wezîrê Derve yê Hollandayê Halbe Zijlstra aşkere jî kir, danûstandinên ji bo çareserkirina pirsgirêkên her du welatan hatine sekinandin. 

Sala borî Hollanda rê nedabû Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mewlût Çavûşoglu di çarçoveya benageşeyên referandûma 16ê Nîsanê de serdana Hollandayê bike.

Herwiha wezîreke din a Tirkiyeyê jî hatibû dersînorkirin û di navbera her du welatan de krîz destpêkiribû. Ji wê demê heta niha pêwendiyên Tirkiye û Hollandayê di asta karmendên balyozxaneyê de bi rê ve diçû.