PENê Demîrtaş wek endamê xwe yê rûmetê ragihand

Yekitiya Nivîskarên Navnetewî (PEN) radigihîne: " Selahedîn Demirtaş Endamê me yê Rûmetê ye, Tirkiye pêwist e bê şert û merc biryara Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropa bicîh bîne."

K24 – Navenda Nûçeyan

Yekitiya Nivîskarên Navnetewî (PEN) radigihîne: "Selahedîn Demirtaş Endamê me yê Rûmetê ye, Tirkiye pêwist e bê şert û merc biryara Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropa bicîh bîne."

PENê, Bang li Tirkiyê kir da ku bê şert û merc biryara Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropa ya serbestberdana Demirtaş, bicîh bike.

Yêkitiya Nivîskarên Navnetewî wiha dibêje: Endamê me yê Rumetê Selahedîn Demîrtaş,  ji ber sedemên siyasî hatiye desteserkirin, pêwist e zûtirin dem de bê serbestkirin.

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê 21ê Mijdarê daxwaz ji hikûmeta Tirkiyeyê kiribû ko Selahattîn Demîrtaş were berdan. Lê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan daxwaza dadgehê red kiribû.

Pêr jî, Dadgeha Idarî ya Herêma Stenbolê sizaya 4 sal 8 mehan ji bo “Bangeşekirina Rêxistina Terorê” ku ji alî Dadgeha 26em a Sizayên Giran a Stenbolê ve li hemberî Demirtaş hatibû birîn, pejirand.

PEN ê, dezgeha herî mezin ya niviskarên cîhanê ye, di sala 1921 an de hatiye avakirin 102 welat tê de endam in û 144 navendên wê li cîhanê hene.

 

S. B