Salih Mislim: Tiştê me anî serê DAIŞê emê bînin serê Hikûmeta Sûryê

Salih Mislim li ser Twitter a xwe nivîsiye: Her kesek bizav bike êrîşî wan navçeyan bike, ku me ji DAIŞê rizgar kiriye, wê çarenivîsa wî weke ya DAIŞê be.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Hevserokê berê yê PYDê û endamê Komîteya Pêwendiyên Dîplomatîk di TEVDEMê de Salih Mislim hişyarî da Hikûmeta Sûryê ji encamdana her êrîşekê li dijî Rojavayê Kurdistanê.

Salih Mislim li ser Twitter a xwe nivîsiye: Her kesek bizav bike êrîşî wan navçeyan bike, ku me ji DAIŞê rizgar kiriye, wê çarenivîsa wî weke ya DAIŞê be.

Ev daxuyaniya Mislim weke bersivekê ye li ser gefên Wezîrê Derve yê Sûryê Welîd El-Muelim, ku îro li Şamê ragihand: Piştî kontrolkirina Idlibê, emê berê xwe bidin rojhilatê Çemê Firatê û careke din wê deverê vegerînin bin kontrola Hikûmetê.

Ji aliyê xwe ve jî, Encûmena Sûrya Demokrat (MSD) daxuyaniyên Muelim red kir û di daxuyaniyekê de got: Baweriya me bi çareseriya siyasî nayê û me ti carî şer bi Hikûmeta Sûryê re nekiriye. Hêzên Sûrya Demokrat, hêzên berevaniyê ne û zimanê gefan yê ku hin berpirsên Hikûmeta Sûryê pê diaxivin, xizmeta çareseriyê nake.

N.O