Asayişa li Qamişlo endamê serkirdatiya ENKS Fêsel Yûsif desteser kir

Ji bilî girtina Yûsif jî, ev demeke dirêj e ku endamê serkirdatiya ENKS Fûad Ibrahîm, ji aliyê asayişê ve hatiye girtin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî peyamnêrê Kurdistan24ê li bajarê Qamişlo, derengiya şevê din, asayişa li bajarê Qamişlo bi ser mala endamê serkirdatiya ENKSê Fêsel Yûsif de girtin û ew desteser kirin.

Berpirsên ENKSê diyar kirin, ku heya niha wan sedema desteserkirina Fêsel Yûsif nas nekiriye.

Ji bilî girtina Yûsif jî, ev demek dirêj e ku endamê serkirdatiya ENKS Fûad Ibrahîm, ji aliyê asayişê ve hatiye girtin.

Li bajarê Efrînê jî, endamê serkirdatiya PDKSê Ebdlirehman Apo li cem asayişa li wî bajarî girtî ye û piştî dagîrkirina Efîrnê ji aliyê Tirkiyê ve, zanyarî li ser çarenivîsa Ebdilrehman Apo qut bûn.

Fişarên PYD li ser ENKSê ne tenê bi riya girtina serkirdeyên wê ne, duh serokatiya encûmena bicîkar ya Herêma Cezîrê, di daxuyaniyekê de, Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûrya bi xiyanetê tometbar kir, bi bihaneya ku di şerê Efrînê de, wê partiyê alîkariya Tirkiyê kiriyê û diyar kir, ku ewê herdu serkirdeyên YEKÎTÎ Ibrahîm Biro û Fûad Elîko, bi tometa xiyanetê bidin dadgehkirin.

Li aliyekî din jî, endamê serkirdatiya TEVDEMê Cahid Hesen, gefa wê yekê li serkirdeyên ENKSê kir, ku heger ew xwe ji Îtîlafa Opozisyona Sûriyê nekişînin, ewê bibin armanca malbatên şehîdan.

Di beramber de, Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûryê (ENKS) di daxuyaniyekê de, ragihand ku wan gellek caran ji PYDê xwestiye dev ji zordariya xwe berde, daku herdu alî li gel hev kar ji bo xizmeta gelê Kurd bikin, lê "PYD li ser karên dijminkarane beramberî ENKSê berdewam e".

Herwiha Encûmena Kurdî di wê daxuyaniyê de, tometên PYD ji serkirdeyên ENKSê re şermezar kir û bang li hêzên Kurdistanî kir, ku rê li ber encamên xirab yên kiryarên PYDê bigirin.     

N.O