Parêzgarekî nû ji Helebceyê re hate danîn

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryara destbikarbûna parêzgarekî nû ji Parêzgeha Helebceyê re îmze kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryara destbikarbûna parêzgarekî nû ji Parêzgeha Helebceyê re îmze kir.

Li gor zanyariyan, parêzgarê nû Azad Tewfîq ku pêştir endamê Nivîsgeha Ragihandê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bû, ji niha û pê ve wek parêzgarekî nû ji Helebceyê re dest bikr dike.

Helebce di 13ê Adara 2014an de bi biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bû parêzgeh, lê ta niha ji aliyê Bexdayê ve wek qezayekê serederiyê pê re dike û di yasaya budceya 2018an de wek parêzgeh amaje pê nehate kirin.

 

 

S. B