Li Kerkûkê çekdarên DAIŞê ketin kemîneke Pêşmerge

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê ragihand, hejmarek ji çekdarên DAIŞê ku dixwastin bi dizî bikevin nava Kerkûkê, ketin kemîneke Pêşmerge.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê ragihand, hejmarek ji çekdarên DAIŞê ku dixwastin bi dizî bikevin nava Kerkûkê, ketin kemîneke Pêşmerge. Du çekdar dîl hatin girtin, du çekdarên din jî xwe teqandin.

Peyamnêrê me da zanîn, li rojavayê Kerkûkê 7 çekdarên DAIŞê xwastin bi dizî çeperên Pêşmerge bibirin, lê ketin kemîneke Pêşmerge. Piştî şerekî giran, 2 çekdarên DAIŞê dîl ketin destê Pêşmerge, 2 çekdaran xwe teqandin û yên din jî reviyan.