Kurdistan Trump spasiya keçeke Kurd dike

Trump spasiya keçeke Kurd dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi boneya serkeftina di qonaxa xwendina navendî de bi pileya bilind û karîna wê di axaftina bi zimanê Îngilîzî, Serokê Amerîka Donal Trump spasî û pêzanîna xwe arasteyî keçeke xwendekar a Kurd dike.

Ayanda Fikrî Hacî keçeke Kurd ji xelkê devera Balekayatî ya ser bi Hewlêrê ve ye û niha li Amerîka dimîne, piştî ku qonaxa xwendina navendî (High School) bi pileya cudawaz û karîna wê di axaftina zimanê Îngilîzî de, spasî û pêzanîna Serokê Amerîka bow ê hat pêşkêşkirin.

Ev di demekê de ye, sala par serokê berê yê Amerîka Barack Obama jî spasî û pêzanîna xwe arasteyî wê keça Kurd kiribû.