Sedir daxwazên xwepêşandaran rewa dibîne

Sedir daxwazê dike ku, hemu gotûbêjen ji bo pêkanîna hikumetê bên rawestandin û hewl ji bo cîbicî kirina xwestekên xwenîşanderan bên dan

K24 – Navenda Nûçeyan

Sedir daxwazê dike ku, hemu gotûbêjen ji bo pêkanîna hikumetê bên rawestandin û hewl ji bo cîbicî kirina xwestekên xwenîşanderan bên dan.

Serokê Hevpeymaniya Saîrun Muqteda Sedir, liser twitterê daxwaz ji hêzên siyasî yên serkeftî yên hilbijartinan kir ku, tevayiya gotûbêj û hewlên xwe ji bo pêkanîna hevpeymaniya bo pêkanîna hikumeta bê, ragirin.

Sedir daxwaz jî kir ku, ji aliyê hikumetê ve nexşerêyek bê dirust kirin û bi pêwendiya di navbeyna xwepêşanderan de, bicîhkirina xwestekên xwepêşanderan bê pêkanîn.

Ev di demekê da ye ku, zêdetirî dû mehan e hilbijartinên Parlemanî yên Iraqê hatine encam dan û heya niha jî, encamên dawiyê nehatine pejirandin û Xûl a 4em a Parleman jî neciviya ye û Iraq ji valahiyeke yasayî derbaz dibe.

 

 

 

C.B