Guardian: Li girtîgeha Evîn sê kes bi işkenceyan hatin kuştin

Herweha ligor Navenda Mafê Mirovan, di vê dema xwepêşandanên protestoyî de, işkence û tade li girtîgehan gelek zêde bûn e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor nûçeya rojnameya Ingilîzî Guardian li girtîgeha Evîn li tehranê sê girtî bi işkenceyan hatin kuştin. Çalakvana mafê mirov Nesrin Sotudeh ji rojnameyê re eşkere kiriye ku, xwepêşandarek bi nave Sina Ganbarî li girtîgeha Evîn hatiye kuştin, herweha du girtiyên din jî hatine kuştin, ku navên wan hîn nehatine eşkere kirin.

Sotudeh diyar kiriye ku, li gel girtiyek ji girtîgeha Evîn axiftiye û agahdariya kuştina sê kesan ji wê re hatiye eşkere kirin. Ligor Sotudeh, gava girtinên bi kom encam didin, parêzvaniya bi kom nayê kirin û ev yek derfeta tade û işkenceyê dide.

Birêvebirê Navenda Mafê Mirov a Îranê Hadî Gaemî dibêje ku, berpirsên girtîgeha Evîn diyar kirin e ku, Ganbarî xwe kuştiye, lê agahdariyan wan bidest xistî van dengoyan ne rast diyar dikin. Lêkolînên serbixwe nehatine kirin û ev yek gûmana kuştina Ganbarî zêdetir dike.

Herweha ligor Navenda Mafê Mirovan, di vê dema xwepêşandanên protestoyî de, işkence û tade li girtîgehan gelek zêde bûn e.