Îran: Siûdiyê pereyê mûşekbarîna Sûryê dide"

Elî Larîcanî: Pêşbirka rêjêma Siûdiyê ji bo pêşkêşkirina pereyê gelê xwe ji Amerîka re, Washington han da ku êrîşî Sûrya bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Perlemana Îranê Elî Larîcanî dibêje: "Pêşbirka rêjêma Siûdiyê ji bo pêşkêşkirina pereyê gelê xwe ji Amerîka re, Washington han da ku êrîşî Sûrya bike".

Larîcanî di civîneke Perlemana Îranê de got: "Siûdiye bilez bû ku pereyê gelê xwe bide Amerîka daku ew jî Sûrya bordûman bike, bi merema ku hevkêşeyê biguherin û ji nû ve rê li ber vegera terorîstan xweş bikin".

Navhatî dipirse "Gelo divê sedema êrîşa neyasayî ya wan hersê dewletan çi be ku mezin kirine û dibêjin, Sûrya di çend rojên derbasbûyî de, çekên kîmawî bikar aniye, lê sedema rastiyane ew bû, ku hêzên Hikûmeta Sûryê karîn terorîstan li derdora Şamê jinav bibin".

N.O