Li Kobanê Roja Rojnamegeriya Kurdî hat bibîranîn

Li bajarê Kobanê û bi boneya Roje Rojnemegeriya Kurdî, Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê “El-Wihde” festîvalek bi başdariya 3 komên hunerî li daristana bajêr lidar xist. Rewşa Efrînê jî vê carê bi hêz di şahî, gotin û şanoyên beşdaran de hebû.
kurdistan24.net

 

K24 – Kobanê

Li bajarê Kobanê û bi boneya Roje Rojnemegeriya Kurdî, Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê “El-Wihde” festîvalek bi başdariya 3 komên hunerî li daristana bajêr lidar xist. Rewşa Efrînê jî vê carê bi hêz di şahî, gotin û şanoyên beşdaran de hebû.

Endamê Polîburoya El-Wihdê Mislim Şêx Nasan li ser vê rojê ji K24ê re got: “Hêja ye em di vê rojên wiha de bînin ziman û şahiyan çê bikin, ji ber ku girîngiya rojname, ragihandin û çapkirinê di jiyana gelê Kurd heye. Herwiha ev rojname 'Rojnameya Kurdistan' hîşt ku hestên netewî li cem gelê Kurd bilind bibe.”

Di festîvalê de hejmarek peyv ji aliyê rojnamevan, rewşenbîr û siyasetmedar ve hatin gotin, tê de bal hate kişandin li ser rewşa Efrînê û rola ragihandina Kurdî di veguhastina êş û azarên xelkê wê.  

Rojnameya bi navê Kurdistan ku di sala 1898an de ji aliyê Mîr Miqdad Bedirxan ve li Qahîrayê paytexta Misrê hate çapkirin, 120 sal ji temenê xwe derbas dike û ew rojneme jî bû bingeha rojnemegeriya Kurdî li ser asta tevahiya Kurdistanê.