Tirkiyê Li Tirkiyê gav bi gav ber bi referandûmê ve

 

K24 – Stenbol

Li Tirkiyê ji bo guhertina 94 salî roja yekşemê referandûm dê bê kirin. Ji zêdeyî 55 milyon hilbijêr, ji bo cibîcikirina sîstema serokkomariyê wê biçin ser sindoqan û yan dê bêjin erê yan dê bêjin nexêr. Li gor gelek lêkolînên ku li ser referandûmê hatine kirin rêjeya dengê erê di pêş de ye.

Li Tirkiyê û li Bakur roja yekşemê 55 milyon û 167 hezar hilbijêr ji bo guhertina 18 xalan a destûrê dê deng bide. Ji bo vê partiyên siyasî ev 3 meh e xebatên xwe didomînin.

Ak Partiya desthilatdar û MHP ya ku nîjadperest ji bo erê bang li hemwelatiyan dike, partiya komarparêz CHP û HDP ya ku alîgirên wê zêdetir ji Kurd û kesên çepgir pêk tê ji bo nexêr bang li gel dikin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî ji bo zêdebûna dengê êrê bajar bi bajar digere.

Li gorî hin kompaniyên rapirsiyê rêjeya erê li gor hin rapirsiyan jî rêjeya nexêr zêde ye lê belê di demên dawî de lêkolîneran balê dikêşînin ser zêdebûna dengên erê.

Serokê GENARê Îhsan Aktaş li ser rêjeya dengan ji K24ê re wiha axivî: “Gava ku pêşnûma ji parlamentoyê derbas bû û şûnde me jî dest bi lêkolînên raya giştî kir û heta niha jî ev lêkolînên me berdewam in. Di hemû lêkolînên me de dengê "Erê" li pêşiya dengê "Na" ye. Carinan rêjeya wan dadiket lê hertim dengê "Erê" li pêş bû. Tenê rêjeya wan carinan di guherî lê em dibînin ku di encamên referandumê de jî dengên "Erê" zêdetir in.”

Li gor lêkolînên beriya heftekî yên kompaniya GENAR ku wek nêzî hikûmetê tê zanîn, rêjeya dengê belê nêzîkî ji %55 e.

Li gor lêkolîna KONDAya ku wek li dijî hikûmetê tê zanîn, bi kêmrejeyek dengên belê pêş de ye. KONDA amaje dike piştî rageşiyên ligel Ewropayê û axaftinên Erdoğan dengê erê zêde bûye.

Tarhan Erdem Serokê KONDAyê got: “Me lêkolînên herî dawî di 7-8 û 9ê Nîsanê de kirin. Di van lêkolînan de dengê "Erê" 51,5 ji sedî, yê "Na" jî 48,5 ji sedî bû. Li gor lêkolînên me, rêjeya dengên bê biryar û yên ku dibêjin em naçin ser sindoqan jî 9 ji Sedî ye. Piştî ku 4ê Sibata 2017an Serokkomar Erdogan jî dest bi mîtîngan kir û şûnde dengên "Erê" yên ku heta wê demê wekî 40 ji sedî xuya dikir, bi qasî 7 pileyan zêdetir bû.”

Tirkiye ji sala 1923an vir de bi sîstema parlamenteriyê tê birêvebirin lê belê ji referandûma 16'ê Nîsanê eger dengê belê zêde derkeve, Tirkiye bi sîstema serokkomariyê ku wek nîvserokatî tê binavkirin dê bê birêvebirin. Li gorî vê meqama serokwezîrî dê nebe, hilbijartin di 5 salan de carekê dê bê kirin û di nav namzetan de kî ji %51 deng wergire wê bibe serokkomar.