2 jin bûn alîkarên Rûhanî

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî piştî rexneyên giran hemberê wî, ku rê nedaye jinan di hukimet û desthilata Îranê de cîh bigirin, 2 jin wekî alîkarên xwe destnîşan kirin.

Ji 1979an heta niha di hukimetên Komara Islamî de tenê jinek karîbûye cîh di hukimetê de bigre. Ew jî di dema Ahmedînicad de, Wezîra Tendirustiyê - Merzieh Destjerdî.

Li aliyê din rexneyên hemberê Rûhanî, ku kesek Sunnî û ji kêmneteweyan jî di desthilata xwe de cîh nedaye wan, berdewam in.

Her du jinên ku cîgiriya Rûhanî dikin, Masumeh Ebtekar – cîgira karûbarên malbatî û jinan û ya din jî Laya Cûneydî – cîgira ji karûbarên dadnasî ye.

Tê diyarkirin ku, cîgirên Serokomar ne xwedî desthilatek berçav in, tenê erkên sembolîk in.