Qeys Xezelî: Ji mafê her gelekî ye çarenivîsa xwe diyar bike

Bi nêzîkbûna bidawêhatina yekcarî ya DAIŞê li Iraqê, hin caran behsa egera derketina alozî û pêvçûnan di navabera Pêşmerge û Heşda Şeibî de tê kirin, bi tayebet piştî ku Heşda Şeibî gundekî Kurdên Êzidî li nêzîkî Şingalê kontrol kirin. Berpirsên bilind ên Heşda Şeibî dibêjin ku ew tişt rû nade. Ligel Pêşmerge bi hev re rûbirûyî rêjîma berê ya Iraqê û niha jî çekdarên DAIŞê bûne.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Heşda Şeibî Ehmed Esedî ji K24ê re ragihand: “Metirsiya derketina pevçûnan tune ye. Hevahengiya me ya baş ligel Pêşmerge û serkirdayetiya Herêma Kurdistanê heye. Dîroka dûr û dirêj ya zêdetir ji 30 salî bi hev re heye, ji ber wê ti rûbirûnek dernakeve. Em hemû jî bi yasa û destûrê pabend in.”

Her derbarê metirsiya derketina aloziyê di navbera hêza Pêşmerge û Heşda Şeibî de, Cîgirê Serokê Deseya Heşda Şeibî Mihdî Muhendis dibêje: “Bi çi awayekî be ev yek nabe. Me bi hev re li dijî rêjîma Sedam û piştre jî li dijî DAIŞê şer kir. Bi ya Xewdê jî bi hev re parêziya yekperçeyîya Iraqê dikin.”

Emîndarê Giştî yê Asayiş Ehil El-Heq Qesy Xezelî jî ji K24ê re got: “Bêgûman em ligel diyarkirina çarenivîsa her gelekî ne, lê em dibînin ku berjewendiya Kurd di mana di nava wî welatî de dibînin. Pêşmerge hêzek e li dijî rêjîma berê qurbanî daye. Niha jî li dijî DAIŞê mil bi mile hêzên ewlehiya Iraqê şer dike. Ti metirsî derbarê derketina pirsgirêkan di navabera Pêşmerge û Heşda Şeibî de nabînim.”