Serokwezîrê Iraqê tekeziyê li ser maddeya 140 dike

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî tekeziyê li ser çarekirineke dadmendane ji pirsa maddeya 140 û pişka Herêma Kurdistanê ji budceya giştî re, li gorî destûra Iraqê dike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî tekeziyê li ser çarekirineke dadmendane ji pirsa maddeya 140 û pişka Herêma Kurdistanê ji budceya giştî re, li gorî destûra Iraqê dike.

Di kongirê rojnamevanî yê heftane de, Adil Ebdilmehdî tekez kir, ku ew bi giringî li danûstendinên derbarê pirsa maddeya 140 û pişka Herêma Kurdistanê ji budceya giştî ya Iraqê dinere û got: Niha ez nikarim biryara dawî di vê derbarê de bidim.

Herwiha amaje bi wê yekê jî kir, ku pirojeyasaya budceyê ji aliyê Hikûmeta berê ve hatibû danîn û niha komîteyek bi serokatiya Wezîrê Diravî yê Iraqê, ji bo zêdekirina têbîniyên Hikûmetê, hatiye pêkanîn.

Berî niha jî, Sîgirê Serokê Perlemana Iraqê ragihandibû, ku serokwezîrê nû yê Iraqê soz daye, ku pirsa Kerkûkê û navçeyên din normal bike.

N.O