Li Qamişlo rêxistinên sivîl daran diçînin

Hejmarek rêxistinên civaka sivîl bi kampînekê çandina daran li bajarê Qamişhlo radibin. Li gorî endamên kampînê armanca wan zêdekirina rûberên şînkayîyê li deverê ye.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Hejmarek rêxistinên civaka sivîl bi kampînekê çandina daran li bajarê Qamişhlo radibin. Li gorî endamên kampînê armanca wan zêdekirina rûberên şînkayîyê li deverê ye. 

Bi armanca zêdekirina rûberên şînkayîyê û cihê bihnvedana zarok û malbatan li bajarê Qamişlo û weke gavekê li hember pîsbûna jîngehê, hejmarek ji rêxistinên civaka sivîl û bi alîkariya Şaredariya Rojhelatê Bajêr bi kampîneke çandiniya daran radibin. Di kampînê de baxçeya "Şehîd Mihemed" hate paqijkirin û nêzî 100 darî lê hatin çandin.

Endamên kampînê dibêjin ku armanca wan ji vê kampînê ew e, çanda çandiniyê û şînî di deverê de zêde bibe. 

Ji heyama 5 salan ve, salane 15 rêxistinên civaka sivîl bi kampîna çandiniya daran li deverekê ji bajarê Qamişlo radibin. Îsal gelek destpêşxeriyên çandiniya daran li Rojavayê Kurdistanê çêbûne û di destpêşxeriya dawî de zêdeyî 700 darên zeytûna li seranserî bajarên Rojavayê Kurdistanê hatine çandin.