Israîl: Ger Sûriye sistema S300 dijî firokeyê me bikar bîn e, em dê wê sistemê jinav bibin

Artêşa Îsrailê radighîne, Eger Sûriya sîstema berevaniya S300 li dijî firokeyên wan bikar bîn in, dê ew mûşek bên jinav birin

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Îsrailê radighîne, Eger Sûriya sîstema berevaniya S300 li dijî firokeyên wan bikar bîn in, dê ew mûşek bên jinav birin.

Serkirdeyê nû yê Hêzên bejahî yê Îsraîlê Yoel Strick ji rojnameya Yedioth Ahronoth a Îsrailê re ragihand, ew dê sîstemên pêşketî li navçeyê danin û eger artêşa Sûriyê Sîstema berevaniya asmanî S300 a Rûsyayê li dijî firokeyên wan bikar bîn in, ew dê wan mûşekan bikin armanc û jinav bibin.

Derbarê Hizbullah a Libnanê, wî Serkirdeyê Artêşa Îsrailê got, Hizbullah di desthilata wî welatî de beşdar e, eger êrîşî Îsrailê bike, dê artêşa Îsrailê şer li dijî Libnanê rabighîne.

Piştî xistina Firokeyeke şerî ya Rûsyayê li asmanê Sûriyê ji aliyê Îsrailê ve, di Îlon a sala borî de, Rûsya sîstema berevaniya asmanî S300 da Sûriyê.

 

 

C.B