Li Sûrê dest bi hilweşîna xaniyên Lalebey û Elîpaşayê hat kirin

Li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê, piştî alozî û nerazîbûnên xelkê taxên Lalebey û Elîpaşayê, hilweşîna xaniyan dest pê kir. Xaniyên ku tê xwestin ji bo destûrnameyên nûjenkirina bajaran werin xirabkirin, ji aliyê xwediyên xaniyan ve rastî nerazîbûnan hat û di navbera xelkê û tîma ji bo xirabkirna xaniyan û polîsan de gengeşî derketin.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Li taxên Sûrê yên Lalebey û Elîpaşayê, mehek e  ku ji bo xirabkirina hin xaniyên li wan taxan alozî dewam dikin. Di nav vê mehê de gelek caran ji bo valakirina xaniyan agahî dihatin belavkirin û dem bi dem jî av û karabaya wan taxan dihat qutkirin.

Tevî nerazîbûnên xwediyên xaniyan, îro (23.05.2017) hilweşîna xaniyan dest pê kir. Bi têketina maşînan ên ji bo hilweşîna xaniyan, xelkê nerazîbûn nîşan da. Di navbera xebatkar, polîs û xelkê taxan de alozî dewam dikin.