Qasim Suleymanî ji Amerîka bir

Rêvebirê nivîsgeha kenala “Al-Alem” a Îranî li Sûriyê radigihîne, Fermandarê Feyleqa Qudisê ya supaya Pasdaran Qasim Suleymanî di 7 salên bûrî de li piraniya şerên li Sûriyê de amade bûye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêvebirê nivîsgeha kenala “Al-Alem” a Îranî li Sûriyê radigihîne, Fermandarê Feyleqa Qudisê ya supaya Pasdaran Qasim Suleymanî di 7 salên bûrî de li piraniya şerên li Sûriyê de amade bûye.

Peymanêrê meydanî û rêvebirê nivîsgeha kenala “Al-Alem” li Sûriyê Husên Murteza derbarê amadebûna Fermandarê Feyleqa Qudisê ya supaya Pasdaran de zanyariyên nehatine aşkerekirin dan û got: “Qasim Suleymanî operasyona bereya xweragir (Bereya rêjîma Esed û mîlîşyayên Şîe yên ser bi Îranê ve) ji dema 7 salan ve li Sûriyê û bi taybet di şerê kontrolkirina Bokemalê de beşdarî kiriye.

Derbarê sedemên amadebûna rasterast a Suleymanî di operasyona kontrolkirina Bokemalê de ragihand, Qasim Suleymanî ne cara yekem e ku bi awayekî rastrast beşdarî şeran dibe û ji 7 salan ve di tevahiya şeran de amade bûye, ligel Hizbulah, artêşa Sûriyê û hêzên din ên bereya xweragir. Di şerekî li navçeyekê ku nikarim navê wê diyar bikim de Qasim Suleymanî birîndar bûbû. Di şerê Bokemalê de jî bi awayekî berçav beşdarî û çavdêrî kir, ji ber ku ew operasyon bûbû operasyona dawî û yekalîker.”

Li ser beşdarbûna rasterast a Qasim Suleymanî di operasyonê de got: “Amerîka dixwast ew hêzên ku ew piştevaniya wê dike bilez bigihêje Bokemalê û bi riya wê hêzê jî wî bajarî kontrol bike, heger ew derfet ji Amerîka re biba, ne artêş û ne bereya xweragir nikarîn ti cure operasyonek ji bo girtina wî bajarî bikira, ji ber ku li gor rêkeftina navdewletî, artêşa Sûriye, Rûsya û bereya xweragir dikarin li dijî grûpa DAIŞê a terorist şer bikin, lê heger HSDê ew bajar bigirta û HSD bi nêrîna Amerîka li dijî terorê şer dike ne asan bû ku bereya xweragir biçûya wî Bokemalê.”

Herwiha dibêje: “Heger wê hêza ku Amerîka piştevaniya wê dike Bokemal ya li ser sînorê Sûriye û Iraqê bigirta, artêşa Sûriyê li wî alî û artêşa Iraqê û Heşda Şeibî li navçeya Qaim ya aliyê din, nedikarîn bigotana ku wan tevahiya sînorê hevbeş kontrol kiriye. Ji ber ku wek Rêberê Hizbulaha Libanî Hesen Nesrulah gotiye, Bokemal riya sereke di navbera Iraq û Sûriyê de ye.”