Esed bi keştiyên firokehelgir û çekên giran hatiye dorpêçkirin

Di êrîşa îro de, çendîn corên çekên giran ên Amerîkî, Frensî û Birîtanî, li dijî bingehên serbazî yên rêjîma Sûryê hatin bikaranîn.

K24 - Navenda Nûçeyan

Di êrîşa îro de, çendîn corên çekên giran ên Amerîkî, Frensî û Birîtanî, li dijî bingehên serbazî yên rêjîma Sûryê hatin bikaranîn.

Berpirsên Amerîka didin xuyakirin, ku "100 heya 120 mûşek li dijî bingehên rêjîma Sûryê hatine bikaranîn, bi taybet ew bingehên rola wan di çêkirina çekên kîmawî de hene û Esed wan li dijî xelkê Sûryê bikar tîne".

Li gorî daxuyaniyên wezîrê bergiriya Amerîka James Mattis, hejmara ew mûşekên di êrîşa îro de hatine bikaranîn, du caran ji hejmara mûşekên sala derbasbûyî bêtir bûn, ku li dijî firîngeha Şu'êrat hatin bikaranîn, dema ku rêjîma Beşar Esed bi çekên kîmawî li Xan Şêxûn da.

Kenala CNN ya Amerîkî belav kiriye, ku firokeyên corê B-1 yên Amerîkî û mûşekên Tomahawk di wê êrîşê de hatine bikaranîn.

Piştî êrîşa Amerîka ya li dijî rêjîma Sedam Hisên di sala2003yan de, ev mezintirîn hêza Amerîka ye, ku hatiye Derya Sipî û Rojhilata Navîn ji bo berşdariyê di wê êrîşa Amerîkî, Frensî û Birtanî hevbeş de bike.

Wezareta berevaniya Amerîka ji bo dorpêçkirina Sûryê, di rojên derbasbûyî de, keştiya firokehelgir (USS Harry Truman) li gel 12 keştiyên cengî yên mezin ber bi Derya Sipî ve şandibû.

N.O