Rosneft petrola Herêma Kurdistan hinarde dike

Kompaniyê diyar kir, ku pişka wê sedî 60 dibe

K24 - Navenda Nûçeyan

Kompanya Rosneft ya Rûsî belav kiriye, rêketina li gel Herêma Kurdistan dikeve warê bicîkirinê û ewê bi riya boriya nû pertola Herêma Kurdistan hinardeyî bazarên cîhanî bike.

Kompanya navhatî eşkere kir ku ewê dest bi bicîkirina projeyên hevbeş li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin û bi karê firotin û hinardekirina petrolê Kurdistanê rabin, ku bi riya boriya nû ji bo Ewropa tê şandin.

Kompaniyê diyar kir, ku pişka wê sedî 60 dibe û di qonaxa yekem de, wê ew petrol ji bo refînerên Rosneft yên li Almanya bê şandin.