11 jin û zarokên din ên Êzidî hatin rizgarkirin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 11 jin û zarokên Kurd ên Êzidî yên ji destê DAIŞê rizgar kirine, radestî Mala Êzidiyan kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 11 jin û zarokên Kurd ên Êzidî yên ji destê DAIŞê rizgar kirine, radestî Mala Êzidiyan kir.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, Mala Êzidiyan li Herêma Cezîrê li Rojavayê Kurdistanê bi hevahengiya ligel rêveberiya kampa Holê ya koçberan, 11 jin û zarokên ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin ji HSDê wergirtin.

Piştî rizgarkirina tevahiya navçeyên rojhilatê Firatê û bidawîhatina desthilata DAIŞê li Baxozê, HSDê karî bi dehan jin û zarokên Êzidî yên ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin, rizgar bikin.

Piştî rizgarkirina wan welatiyan, Mala Êzidiyan li Rojavayê Kurdistanê serperiştiya veguhastin û vegera rizgarbûyan bo Herêma Kurdistanê dike.

Hevdem, li Herêma Kurdistanê jî komîteyeke bilind bo pêşwazîkirin û dûvçûna dosa windabûyên Kurd ên Êzidî heye û di riya wê komîtê re kesên rizgarkirî vedigerin Şingalê.

 

S. B