"Trump û Putin rê li ber cengeke mezin girtin"
K24 - Navenda Nûçeyan
Rêvebirê Encûmena Rûsî ji bo Karûbarên Navdewletî (Andire Kortonov), tekez kir, di civîna di navbera serokê Rûsya Vladimir Putin û yê Amerîka Donald Trump de, herdu aliyan lihevkirin, ku rê nedin ceng di navbera Israîl û Îran de li Sûrya çêbibe.
Andire Kortonov got: Ez bibawer im, ku di encama civîna di navbera Putin û Trump de, rêketinek çêbûye bêyî ku rabigehînin, ku kar ji bo danîna sînorekî ji şerê başûrî rojavayê Sûrya re bikin, daku rê li ber rûbirûbûnê di navbera Israîl û milîsên şî'e de li nav axa Sûryê bigirin.
Herwiha got: Dibe ku navçeyeke veqetandî li bilindahiyên Colanê bê diruskirin û hêzên Îranî ji wan deveran bên derxistin û yên Sûrî li şûna wan bên belavkirin.
Navhatî diyar kir, ku eger heye, herdu serok li ser corekî agirbestê ji bo aramkirina rewşa bakurê Sûrya jî lihev kiribin û behsa kêşeya Kurd û egera çûna Artêşa Sûrya ji bo parêzgeha Idlibê hatibe kirin.
N.O