Enqere û Mosko dê grûpên tundrew destnîşan bikin

Serokê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan radigihîne, Enqere û Mosko dê bi hev re grûpên tundrew ên li Idlibê destnîşan bikin û dê ji herêma bêçek jî derbixin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan radigihîne, Enqere û Mosko dê bi hev re grûpên tundrew ên li Idlibê destnîşan bikin û dê ji herêma bêçek jî derbixin.

Erdogan ji rojnameya “Kommersant” a Rûsî re ragihand, opozîsyona miyanrew dê li navçeyên xwe bimînin, grûpên tundrew jî dê ligel Rûsyayê destnîşan bikin û Enqere û Moskoyê dê bi hev re wan ji navçeya bêçek derbixin.

Erdogan amaje bi wê jî kir, hin nakokî di navbera her sê welatên gerentîker Tirkiye, Rûsya û Îranê hene, lê hêvî xwast ku karibin bi hev re hevkariyê bikin.

Serokê Rûsya Vladimir Putin û yê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan 17ê vê mehê li Sochi civînek derbarê rewşa Idlibê lidar xistin û tê de li ser pêkanîna navçeyeke bê çek li Idlibê lihev kirin.

Piştî rêkeftina li ser Idlibê, Arteşa Tirkiyê ji bo avakirina herêma bêçek, hêzên xwe yên leşkerî li ser sînorê Îdlibê zêdetir dike.

 

S. B