Bernard Henri Levy: Diçespînim ku ji Kurd re ji bilî çiyayan, dostên din jî hene

Feylozov û bîrmendê Fransî Bernard Henri Levy ku dostê nêzîk ê Kurd e li Twittera xwe nivîsiye: “Li pêş 193 welatên Netewên Yekgirtî diçespînim ku ji Kurd re ji bilî çiyayan, dostên din jî hene.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Feylozov û bîrmendê Fransî Bernard Henri Levy ku dostê nêzîk ê Kurd e li Twittera xwe nivîsiye: “Li ber 193 welatên Netewên Yekgirtî diçespînim ku ji Kurd re ji bilî çiyayan, dostên din jî hene.”

Li gor zincîreyek ji twîtên wî bîrmendê Fransî, biryar e roja 28ê vê mehê fîlmê Pêşmerge ku ji derhênanê wî ye, li avahiya Netewên Yekgirtî li New Yorkê tê pêşkêşkirin.

Bernard Henri Levy li Twittera xwe nivîsiye: “193 netewe li Netewên Yekgirtî ji wan re diyar dibe wateya Pêşmergebûnê çi ye, Pêşmerge wate cewherê azayetî û wêrekiyê ye.”

Wî bîrmendê Fransî di Twitterê xwe de spasiya her yek ji Fransa û Brîtanya dike, ku hevkarî kirine ji bo pêşkêşkirina wî fîlmî di avahiya sereke ya Netewên Yekgirtî de.

Bernard Henri Levy di du salên bûrî de fîlmek derbarê qehremaniya Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de derhênaye û ji nêzîk ve agahdarî sengerên Pêşmerge bûye û qehremaniya wê hêza nehatiye şikandin dîtiye.

Hevdem, wek çavdêr beşdarî proseya referandûma serxwebûna Kurdistanê ya 25ê Îlona bûrî bûye û bi berdewam piştgîriya xwe ji bo damezrandina dewleteke serbixwe ji Kurd re nîşan daye.