ENKS: Mercê guftûgoya bi PYDê re ne tenê vekirina nivîsgehan e

Li Rojavayê Kurdistanê zêdetir ji hefteyek li ser despêşxeriya KNKê re derbas dibe û tevlî ku biryara vekirina nivîsgehên partiyên bêmuhlet jî hate ragihandin, lê ta niha nivîsîngehên ENKSê nehatine vekirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Li Rojavayê Kurdistanê zêdetir ji hefteyek li ser despêşxeriya KNKê re derbas dibe û tevlî ku biryara vekirina nivîsgehên partiyên bêmuhlet jî hate ragihandin, lê ta niha nivîsîngehên ENKSê nehatine vekirin. Berpirsên ENKSê dibêjin, nêzîk ewê nivîsgehên xwe vekin, lê ev yek jî nayê wê wateyê ku bibe mercek ji danûstandinên bi PYDê re.

Di encama despêşxeriya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) şaxê Rojavayê Kurdistanê de û piştî çend hevdîtinan bi aliyên siyasî re, biryar ji Komîta Karûbarên Partiyên Siyasî ya girêdayî Rêveberiya Xweser hate standin û rê da tevahiya partiyên siyasî yên bêmuhlet nivîsîngehên xwe vekin. Piştî zêdetir ji hefteyekê ji biryara navhatî jî, lê partiyên di nava ENKSê de ta niha nivîsgehên xwe venekirine û li gorî berpirsên ENKSê sedemên wê jî ku vekirina nivîsgehan û berdana girtiyan ne yek ji mercên danûstandina ye, lê belê ew kiryarek bû û divê sererast bibe.

Endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Tahir Hesaf ji K24ê re got: “Piraniya nivîsgehên partiyê kirê bûn, niha heta en partî nivîsgehên din bibînin, dê nivîsgehên xwe vekin. Ev destpêşxeriya hatiye kirin, nayê wateya ku sibê emê guftûgoyê bi PYDê re bikin, gelek sedem hene, hîn gelek tişt li pêşiya wê disekinin ku guftûgo çê nebin, birastî heta niha hîn girtiyên me nehatine berdan.”

Ji aliyê xwe ve, komîta KNK tekeziyê li ser despêşxeriya xwe dikin û dibêjin ku ew di hevdîtinên xwe de bi partî û çarçoveyên siyasî re berdewam in. Derbarê biryara vekirina nivîsgehan jî yek ji endamê komîteya KNK tekez dike ku hemû partiyên siyasî dikarin bê astengî nivîsgehên xwe vekin û amaje bi vekirina nivîsîngeha partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê li Kobanê dike. Herweha endamê komîta KNK tekez jî dike ku doseya berdana girtiyên siyasî jî di rojevê de ye.

Endamê komîta KNK Dr. Silêman Ilyas dibêje: “Biryar bi rengekî fermî hat standin ku hemû nivîsgeh bêne vekirin, wek nîşan jî nivîsgeha Pêşverû li Kobanê vekirî ye, heger pirsgirên teknîkî hebin, ew jî dê bêne çareserkirin. Heger girtiyên siyasî jî hebin, Rêveberiya Xweser ji me re got, emê wan berdin.”

Tê zanîn ku piştî gefên Tirkiyê li ser herêmên Rojhilatî çemê Feratê hin despêşxeriyên nêzîkbûna aliyên siyasî Kurdî hatine kirin. Banga pêşî ya Sekreterê Pêşverû Ebdulhemîd Derwêş bû ku di 13 meha Berçileya sala 2018ê de hate ragihandin.

Diwemîn despêşxerî jî ya KNK bû ku di despêka sala 2019ê de hate ragihandin û weke gaveke destpêkî ku zemînekî guncaw bê peydakirin, biryara vekirina nivîsgehên partiyan û serbestberdana girtiyên siyasî hate ragihandin.