Tirkiyê Li Geverê 2 serbazên Tirk ji çiyê ketin, mirin!

Li Geverê 2 serbazên Tirk ji çiyê ketin, mirin!

K - 24 Navenda Nûçeyan

Li bajarokê Geverê devera Oremarê grubek serbazên Tirk ku derketibûn operasyonê, ji çiyê ketin û li gor encamên destpêkê 2 serbazan jiyana xwe jidest da û 2 serbaz jî brîndar in.

Li gor medyaya Tirkiyê sibeha îro grûbek serbazên Tirkiyê li devera Oremarê derketin Operasyonê, ji bilindayiya çiya herkilîn û 2 serbazên pilebilind mirin û serbazên din ên pilebilind ên din brîndar bûn.

Brîndar rakirine Nexweşxaneya Geverê.

Devera Oremar a girêdayî Geverê, deverek ku gelek caran şer di navbeyna gerillayên PKK û serbazên Tirkiyê derdikeve ye.